| Nuçe |
 |
|  |
YÊN KU ME JI ROJÊ GIRTIN Û DAN PÊŞEROJÊ !…  Ji bo bîranîna hevala Viyan û Amara… Le Fransayê Festîvala Kurd a Çand, Huner û Sporê...
Ciwanên kurd yên li Fransayê dijîn…
Festîvalê li Parisê di navbera 23 – 24 – 25ê Tîrmehê bi navê Engin SINCER ve pêk were, Ciwanên Kurd li Fransayê dest bi xêbatên Amedekariyê kirin. Me ji nika de dest bi pêsbirkên beşa spor, huner û wêjeyê kirin. Em bi vê broşûrê dixwazin îlana pêşbirkên beşa çand û hunerê bikin û behreyên we yên çand û hunerî derxin holê. Hûn dikarin bi her mijara ku di şert û mercên jiyana we de bala we dikşîne tevlî pêşbirkê bibin.
Kesên ku dixwazin tevlî pêşirka beşên ku hatiye diyarkirin bibin, dikarin berhema/ên xwe ji me re bişînin. Em dixwazin bi alîkariya endamên juriya me, dengê ciwanên kurd yên li Fransayê dijîn bilind bikin û ciwanên serketî xilat bikin. Her çiqas festîvala me wê di meha Tîrmehê de pêk were jî, pêşbirkên çand û hunerê dê beriya festîvalê dest pê bike û xilas bibe.

|