Nuçe


YÊN KU ME JI ROJÊ GIRTIN Û DAN PÊŞEROJÊ !…

Ji bo bîranîna hevala Viyan û Amara…

Le Fransayê Festîvala Kurd a Çand, Huner û Sporê...

     Ciwanên kurd yên li Fransayê dijîn… Festîvalê li Parisê di 24 Hezîranê bi navê Engin SINCER ve pêk were, Ciwanên Kurd li Fransayê dest bi xêbatên Amedekariyê kirin. Me ji nika de dest bi pêsbirkên beşa spor, huner û wêjeyê kirin. Em bi vê broşûrê dixwazin îlana pêşbirkên beşa çand û hunerê bikin û behreyên we yên çand û hunerî derxin holê. Hûn dikarin bi her mijara ku di şert û mercên jiyana we de bala we dikşîne tevlî pêşbirkê bibin.

Kesên ku dixwazin tevlî pêşirka beşên ku hatiye diyarkirin bibin, dikarin berhema/ên xwe ji me re bişînin. Em dixwazin bi alîkariya endamên juriya me, dengê ciwanên kurd yên li Fransayê dijîn bilind bikin û ciwanên serketî xilat bikin. Her çiqas festîvala me wê di meha Tîrmehê de pêk were jî, pêşbirkên çand û hunerê dê beriya festîvalê dest pê bike û xilas bibe

BEŞÊN PÊŞBIRKÊ

  1. Makale
  2. Çîrok
  3. Helbest
  4. Karîkatûr
  5. Wêne
  6. Fotograf

 

ŞERTÊN BEŞDARBÛNÊ

  • Pêşbirk 4ê Nîsanê dest pê dike.
  • Dîroka dawî ya beşdarbûnê 22ê Îlonê ye.
  • Divê berhem bi kurdî an bi tirkî bin.
  • Divê beşdarvan di navbera 14 û 30 salî be.
  • Her beşdarvan dikare ji beşekê zêdetir tevlî pêşbirkê bibe.
  • Her beşdarvan nikare ji bona her beşekê ji 2 berheman zêdetir tevlî pêşbirkê bibe.
  • Makale, be programa Word, herî zede 14 punto, A 4 û 2 pêl derbasneke.
  • Mafê komîteya amadekirina organîzasyonê jî heye ku berhemên ketine pêşbirkê bikar bîne


Wê encamên pêşbirkê 22yê Cotmehê were daxuyakirin û xilatên pêşbirkê dê wê rojê were dayin.
Kesên ku di beşa ; wêne, karîkatûr û fotografan de tevlî pêşbirkê dibin, divê orjînala berhemên xwe bi postê bişînin.

Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê berhem tevlî agahiyên beşdarvan berî xilasbûna dîroka dawî ya pêşbirkê (22 ïlon) bi wêneyekî xwe bigihijîne destê komîsyona huner û wêjeyê.

Navnîşana me : Organizasyona festivalê, Komisyona huner û wêjeyê Centre Culturel Kurde 16, rue d’Enghien 75010 Paris

Telefon :
Newal :
06.78.50.19.90
Engin : 06.18.79.84.64

e-mail : http://www.festival@kurdeparis.org/

Beşa berhemê :
Navê berhemê :

Agahiyên beşdarvan :

Nav û paşnav :
Dîroka jidayikbûnê :
Bajarê beşdarbûnê :
Navnîşan :
Tel :
e-mail :
 http://www.kurdeparis.org/
http://football.kurdeparis.org/ 
 
 

© All rights reserved. Ciwanên Kurd ên Fransayê.
Portals: Jeunesse kurde | Kurdish World
Copyright 2006 Hemû mafên malperê parastine.